Ferzend Munzir: Em hewl didin li seranserî Sûriyê xebatên xwe bimeşînin

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur ragihand ew niha hewl didin li seranserî Sûriyê xebatên xwe bimeşînin da ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan bigihîne tevahî gelan. Endamê Înîsiyatîfê Haşim Hiso jî diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dixwaze gelê Kurd biêşîne.

Berdevkê Însiyatîfê Ferzende Munzur der barê xwebatên insiyatîfê de ev got: “Em dixwazin xwe bigihîn kesayetên di hemû waran de ên li Sûriyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê û rêxistinên hiqûqî yên cîhanê.

Em peywendiyê bi hemû însiyatîfên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û hin rêxistinên cîhanî re dikin.”

Endamê Înîsiyatîfê Haşim Hiso jî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze gelê Kurd biêşîne û wiha domand: “Mafek ji mafên ji Rêbertiyê ye ku saziyên eleqedar serdana Zindana Îmraliyê bikin û ji kêmasiyên ku tên kirin haydar bibin.”

Back to top button