Li kampa Holê jinên DAIŞ’î perwerdeyên Şerîetê bo zarokan dane destpêkiirn

Em tim behsa rewşa xerab a kampa Holê metirsiya wê li ser herêmê û cîhanê tevî dikin.
Niha jî dîmenkê nû ji kampê derketiye û tê de jinên DAIŞ’î zarokan fêrî fikrê tundrew dikin. 

Ev dîmen ji kampa Holê hatiye kişandin.

Tê de xuya dibe çawa jinên DAIŞ’î zarokên li kampê di bin navê dibistanên olî û perwerdeyên şerî’etê de, fêrî fikrê tundrew dikin.

Li gorî agahiyan ev yek li ser 5 astan hatiye birêxistinkirin.

Li gorî çavkaniyên ji kampê kesên ku perwerde didin zarokan, 2 jinên Rûsî ne.

Jinên DAIŞ’î bi rêya van perwerdeyan hewl didin nifşekî nû ji çeteyan biafrînin da ku jinû ve di heremê de zindî bibin.

Ev yek jî tevî bûyerên kuştinê yên rojane li kampê, asta metirsiya wê careke din radixe ber çavan.

Berî niha ji ber neqebûlkirina vê zihniyetê bi dehan kes li kampê hatine kuştin.

Back to top button