Li dijî qereqola Sîrê çalakiyeke mezin pêk hat

Doh berê êvarê li herêma Şeladizê, agir ji baregeha artêşa Tirk bilind bû.
Li gorî çavkaniyên herêmî, gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê bi bandor li qereqola Sîrê dane.
Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê heta niha têkildarî mijarê ti daxuyaniyên fermî nedaye.

Bi destpêkirina tevgera dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê re, artêşa Tirk baregeha xwe a li herêma Şeladizê, veguherand navenda êrişan.

Bi taybet jî ji bo dagirkirina Qada Kurojaor ya herêma Zapê.

Gerîlla jî bi bersivdayînên tûnd rê nadkin ku hêzên artêşa Tirk ji vê baregehê tevbigerin.

Doh berê êvarê, baregeha Sîrê ya li Şeladizê careke din bû armanca lêdanê.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gerîlla bi çekên giran li qereqola artêşa Tirk dane.

Şahidên vê lêdane dîmenên bi raya giştî re parve kirin.

Û ji van dîmenan diyar dibe ku derbên giran li artêşa Tirk hatine xistin.

Hema bêjin, beşeke mezin ji avahiyên qereqolê di nava agir de mane.

Heta niha Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.

Back to top button