TAJÊ dê ji bo salvegera Fermana Şengalê konferansek li dar bixe

Tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ bi boneya salvegera 9’emîn a fermana Şengalê wê di 12’ê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konferansek li dar bixe.
Her wiha KJAR’ê ji bo piştevaniya bi kampanyaya KJK’ê a ji bo jinên Şengal û Efganistan wê konferansekê li Kolnê li dar bixe.

Tevgera azadiya jinên Êzidî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 12 Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konferansa pêk bê.

Konferans wê bi dirûşma “têkoşîna hevbeş a jinên pêkhate û bawariyên cuda misogeriya bidawîanîna komkujiyan, pêngaveke ber bi avakirina pergalek demokratîk e” li dar bixin.

TAJÊ der barê lidarxistina konferansê de daxuyaniyek da û got:

Fermana 3’ê Tebaxê bi destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê li ser civaka me pêk hat, di şexsê jinên Êzidî de tevahî civaka me ya Êzidî hat hedefgirtin.

Di encama vê fermanê de bi hezaran jin zarok û kesên me hatin kuştin, bi hezaran ji di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne.

Konferans pêngaveke ber bi avakirina pergala demokratîk e.

12 Tebaxê li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya rêxistinên jinan, pêkhate û bawariyên heyî tê lidarxistin.

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku heta misogeriya azadiyê ew ê têkoşînê bimeşînin.

KJAR wê li Kolnê konferansa xwe li dar bixe

Komeleyen Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji ber salvegera Komkujiya Şengalê û serweriya rejîma Telîbanê li Efxanistanê, ji bo piştevaniya bi kampanyaya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) wê konferansekê li Kolnê li dar bixe.

Konfiransa KJAR wê bi dirûşmeya “Li dijî êrîşên serweriya mêr, em bi jinên Efxan û Şengalî re ne”, were li darxistin.

Roja Şemiyê wê konfirans destpê bike.

Tê payîn ku Berpirsa Tevgera Jinên Azadîxwaz Tamna Zaryab Perîanî, Nûnera Rêxistina Sîwan a Meclisên Jinên Êzidî (SMJ-Ê) Mecbûre Oba û Rojnamevan Aktîvîsta Mafên Mirovan Roza Sabet û gelek jin tev li konferansê bibin.

Back to top button