Şervanên QSD’ê operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê li bejahiya Dêra Zorê didomîne, herî dawî jî 12 DAIŞ’î hatin girtin.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê di roja çaremîn de eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, şervanên QSD’ê bi desteka hêzên Koalisyona Navdewletî operasyonên lêgerîn û serdegirtinê li dijî şaneyên DAIŞ`ê didomîne.
Di roja çaremîn de şervanên QSD’ê 30 km dirêjahî û 60 km firehî nêzî 15 gundan operasyonên lêgerînê meşandin.
Di encamê de, ser 10 nuqteyan de hat girtin û 12 çete û kesên gumana bi wan heye hatin girtin, tevî desteserkirina çekên curbicur.