Xelkê wargeha Mexmûrê êrişa PDK’ê ya li dijî Gerîla şermezar kir

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kirin.

Xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û daxuyaniyek da.

Têkildarî êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiyê li ser navê xelkê wargehê Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî êrişa PDK’ê ya li herêma Sîdekan ya li dijî gerîla şermazar kir û got:

“Ev demekê dirêje li herêmên derdora me êriş û geşedan diqewimin.

Hemû cûrên êriş û xiyanetê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tên kirin.

Dijminê gelê Kurd li gel xiyaneta navxweyî bi desteka hêzên hegemon bi her awayî di nava êrişê de ne.”

Qedrî eşkere kir ku çi dikin bila bikin ew nikarin bigihijin daxwazên xwe.

Hêzên PDK’ê êrîş birin ser çeperên gerîla

Back to top button