El Şewa: Projeya Rêveberiya Xweser dikare bibe tovê çareseriya aloziya Sûrî

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Idliba Kesk Ehmed El Şewa got QSD’ê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser, ewlehî û aramiya herêmê têk birin.

Ehmed El Şewa got: “Dewleta Tirk a dagirker dema nekarî wê carê bi amûrê û dezgehên çapemeniyê fitneyê li herêmê derxist, berê xwe da rêbazeke nû.

Tirkiye, her tim armanc dike bêîstîqrariyê li herêmê derxe ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibe.”

El Şewa têkildarî serkeftina operasyona QSD’ê jî ev nirxandin kir:

“Serkeftin wisa ji valahiyê nayê.

Bi destxistina serkeftinê di demeke rekor de nîşan dide hişyariyek heye ku sazî, partî, teqezî bi hevgirtina tevna civakî û ciherengiya şaristanî û çandê ya pêkhateyên gelê me, kir.”

El Şewa balkişand ser fedakariyên QSD’ê yên di oxira parastina herêmê û wiha bidawî kir:

“Projeya Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwedîderketina gel rewşeke bêhempa ye ku dikare bibe tovika projeya çareseriyê ya Sûriyeyê.”

Back to top button