Koçberên kampa Weşûkanî li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist

Bi sedan koçberên Kampa Weşûkanî ya Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê xwepêşandan li dar xist.

Li ser bangewaziya Kongra Star a Hesekê, Koçberên Kampa Weşûkanî meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Meclisa Kampê dest pê kir û li dawiya kampê veguherî mitingê.

Di mitingê de, endama meclisa Kampa Weşûkanî Xewla Salim daxuyaniyek xwend û diyar kir ku dewleta Tirk vê dawiyê hemû pîvanên mirovî, nirx û rêgezên mafên mirovan binpê kirin.

Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî herêmê, bi taybet jinên têkoşer, çalakvanên siyasî hatin şermezarkirin.

Di dawiyê de bang li NY û civata navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dagirkirina herêmê ji aliyê Tirkiyê ve bi dawî bikin.

Back to top button