Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û bang li partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî tecrîdê helwest nîşan bidin.
Ev 24 sale Rêber Apo di navtecrîdeke giran de ye.
Kongreya Civaka Demokratîk- KCD’ê jî tecrîd şermezar kir û wiha got:
“Tirkiye, bi pêkanîna tecrîdê, hem zagonên xwe hem jî hiqûqa navneteweyî binpê dike.
KCD: Ji bo çareserî û aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
Ev pergala taybet a ku li dijî birêz Ocalan pêk tê, di heman demê de giringiya bandora birêz Ocalan a ji bo civakê nîşan dide.
Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi tecrîdê dixwaze rê li ber hewildanên çareseriyê bigre.
Bi tecrîdê naxwazin dengê birêz Ocalan bigîhîje civakê.
Ji hêza birêz Ocalan ditirsin.
Ji bo çareserî û aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
KCD: Divê hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê rabin
KCD’ê di dawî de helwesta NY û CPT ya li dijî tecrîdê rexne kir û bang li partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî tecrîdê helwest nîşan bidin.