KCK Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî, ku di 29’ê hezîrana 1925’an de hatin darvekirin.
KCK’ê diyar kir ku dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bi ser bixînin.

Dewleta ku li ser Tirkbûnê ava bû, qirkirina Kurdan ji bo xwe kir armanca bingehîn.

Bi vê armancê li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê xiste dewrê.

KCK: Gelê Kurd wê ked û fedakariya wan ti carî ji bîr neke

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd wê Şêx Seîd û şehîdên din ti carî ji bîr neke û ev tişt anî ziman:

“Şêx Seîd û hevalên wî li ber înkarkirina Kurdan, neheqî û xiyanetê rabûn.

Di her şert û mercî de têkoşiyan û heta bi hetayê bi nirxên têkoşînê ve girêdayî man.

Li dijî gefên darvekirinê yên rejîma qirker û dijminê Kurdan, helwest nîşan dan û raxistin pêş çavan.

Gelê Kurd wê ked û fedakariya wan a ji bo vê dozê û bîranîna wan ti carî ji bîr nekin.”

“Bi darvekirina Şêx Seîd re pêvajoya qirkirina Kurdan despêkir”

KCK’ê dazanîn ku bi darvekirina Şêx Seîd re rê li ser Kurdistanê pêvajoya Komkujiyê destpê kir û ev nirxandin kir:

“Piştî darvekirina Şêxe Seîd dewleta Tirk dest bi pêvajoya înkar û tinekirina kurdan kir.

Nasnameya Tirkbûnê li gelê Kurd ferz kir, li ser tinebûna kurdan welatek avakir.

Ji ber Şêx Seîd û hevalên wî li dijî vê yekê rabûn bûn hedef.

“Erka AKP-MHP’ê qirkirina Kurdan temamkirin e”

KCK’ê da zanîn ku di vê serdemê de bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ev polîtîka tê meşandin û got:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze Qirkirina Kurdan di sedsala duyemîn de bibe serî.

Ya ku bi esasî planên dewleta Tirk têk bir, rabûna Rêber Apo û PKK’ê, destpêkirina têkoşîna azadiyê ye.

Bi têkoşîna ku bi pêşengiya tevgera me destpê kir, pêşî li dewleta Tirk a mêtinger qirker hate girtin.”

KCK: Gelê Kurdistanê wê hesab ji xiyanetkaran bipirse

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurdistanê yê welatparêz zîhniyeta xiyanetkar û hevkar têk biriye û got:

“Êdî li Kurdistanê helwesta welatparêzî û helwesta xiyanetê bi xetên stûr ji hev hatine veqetandin.

Li Kurdistanê zemînek wiha nemaye ku bi van rûpoşan xiyanetê veşêrin.

Gelê Kurdistanê yê welatparêz wan xayînên ku hewl didin bi rûpoşan rastiya xwe veşêrin nas dike.

Û helbet hesabê pêwîst ji xiyanetkaran bipirse.”

DOKUMENTER-SERHILDANA ŞÊX SEÎD

Back to top button