TEV-DEM’ê cejna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn li heremê bibe wesîley aştî û aramiyê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Peyama TEV-DEM’ê wiha ye:
“Em Cejna Qurbanê li tevahî malbatên şehîdan, birîndarên şer, gelê me yê berxwedêr û tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku ev boneya pîroz bibe wesîleya pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriye û herêmê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîna cejnan û tevahî boneyan vediguherînin roja tundî û terorê.
Pêkhateyan ji pêkanîna ayn û urfên nirxên exlaqî bêpar dihêlin.
Hikumeta AKP’ê ya terorîst tu nirx nade cejnan û hurmeta mirovahiyê, sûc û komkujiyan li dijî gelên me û nirxên wê dike.
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), careke din gelê xwe pîroz dikin.
Di wê baweriyê de ne ku aştî û hezkirin bi rêya diyalogên navxweyî ya bêyî destwerdanên herêmî û navneteweyî pêkan in.