Piştê Çînê, dewleta herî rojnemevan lê girîtî ne Tirkiye ye

Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas RSF’ê eşkere kir ku di sala 2019’an de li gelemperî cîhanê 49 rojnameger hatine kuştin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas RSF’ê der barê binpêkirinên li dijî rojnameyan de raporek weşand.

Rêxistinê ragihand ku di sala 2019’an de li tevahiya cîhanê 49 rojnameger ji ber sedemên pîşeyî hatine kuştin.

Li gorî daneyên raporê di 2019’an de 389 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber karên xwe ketine girtîgehê û ev hêjmar li gorî salên borî ji sedî 12 zêde bûye.

Li gorî daneyan welatên herî zêde rojnamegeran digire Tirkiye û Çîn in.

Li Çînê 120 rojnameger hatine girtin û yekem car e ku li Çînê ewqas rojnameger tên girtin.

RSF Tirkiye jî weke girtîgeha herî mezin a rojnamevanan bi nav kir.

Li gorî saziyên mafê mirovan û rêxistinên çapameniyê zêdetirî 200 rojnamevan di girtîgehên Tirkiye de ne, lê belê balkêş e ku ev hêjmar di rapora RSF’ê de cîh negirt.

Leave a Reply

Back to top button