Jinên Helebê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.

Hevseroka Meclisa Perwerdeyê Sûad Hesen tecrîd şermezar kir û got:

“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê bibe çareserî ji pirsgirêkên Rohilata Navîn re.

Berdevka Însiyatîfa Ji Rêber Apo re Azadî ya Sûriyê Amine Xidro jî ev tişt anî ziman:

Gel dê li dora projeya neteweya demokratîk kom bibe heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Endama Kongra Star Mizgîn Reşîd anî ziman ku jin dê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî armanc deynin pêşiya xwe.

Û dê heta pêkanîna vê armancê tê bikoşin.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Elî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Reşa Elî bang li hemû jinan kir ku xwe perwerde bikin û ji bo azadiya rêbertî têbikoşin.

KCD: Tirkiye zagonên xwe binpê dike

Back to top button