Kongreya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li Reqayê tê lidarxistin

Li Reqayê Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî vê sibehê dest pê kir.

Kongre li Reqayê ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye birêxistinkirin.

Ji bo nîşandana mîrasa pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur û Ermen 4 kon li qada zanîngehê hatine vegirtin.

Di roja yekemîn a kongreyê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Ermen û Asur amade ne. Her wiha kesayetên ji derveyî Sûriyeyê wekî Misir, Hollanda û Brîtanyayê wê bi rêya bernameya Zoomê beşdar bibin.

Li gorî bernameya kongre, Mijara yekemîn girêdayî bandora şerê çekdarî li deverên şûnwarî, di aloziya Sûriyeyê de binpêkirinên li ser mîrasa çandî ya mirovî, her wiha berpirsyartiya parastina mîrasa madî û nemadî ye.

Kongre wê 3 rojan dewam bike.

Back to top button