Ozgur Ozel bû serokê nû yê CHP’ê

Serokê Partiya Komarê ya Gel-CHP’ê ya ku komara Tirkiyê avakiriye û serokê wî kurdeke dersîmê navê Kemal Kiliçdaroglu bû, li beramberî kemalîstekî din wenda kir.
Û ozgur ozel bû serokê nû yê CHP’ê.

Doh Partiya Komarê ya Gel-CHP’ê ji bo serokê xwe yên giştî hilbijêrin 38’emîn komcivîna xwe ya asayî pêk anîn.

Di dengdayîna ewil de her du aliyan jî dengên têrker negirtin û hilbijaritn ma tûra duyemîn û di tûra duyemîn de Kemal Kiliçdaroglu 536 û Ozgur Ozel jî 812 deng girt

Di encama hilbijartinê de Ozgur Ozel wek serokê nû yê Partiya Komarê ya Gel-CHP’ê hate hilbijartin.

Kemal Kiliçdarogul kurdekî elewî ji Dersîmê ye di 22’ê gulana 2010’an de bû serokê giştî yê CHP’ê .

Lê kiliçdaroglu di 13 salan de li hember Erdogan her têk çû, ev jî hişt ku kursiyê wî dest biçe.

Ozgur Ozel ku beriha bibe serokê giştî yê CHP’ê parlamenterê bajarê Manîsa yê CHP’ê bû û xeta kemalîstên kevnar ji xwe re asas digre.

Back to top button