Artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn Îsa û daristanên navçeya Şêrewayê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker daristana gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir.
Tirkiyê êrişî Eyn Îsa kir, zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Xalidiyê yê rojavayî Eyn Îsayê kir.
Êriş bi rêya dronê pêk hat û di encamê de zarokê bi navê Elî Xelîfa El-Elî birîndar bû.
Ev fotoyê zarokê birîndar e. Nûçegihanê me ragihand ku temenê zarok 10 salî ye.
Ev êrişên Tirkiyê rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tên yên ku piranî dibin hedefa êrişan jî jin û zarokin.