Fikarên derbarê jiyan û tenduristiya Rêber Apo de zêde dibin

Nêzîkî sê sale agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Fikarên derbarê jiyan û tenduristiya wî de jî zêde dibin.
Ji 35 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Hezar 330 parêzeran serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan û xwestin biçin Îmraliyê.
Parêzeran xwestin bersiva daxwaza bên dayîn û dawî li bê hiqûqiya li Îmraliyê bê anîn.

Fikarên gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk ên derbarê jiyan û tenduristiya Rêber Apo de her diçe zêde dibe.

Nêzî sê sale ti agahî ji Îmraliyê nayê girtin û destûra hevdîtinê ya malbat û parêzeran jî nayê dayîn.

Hezar 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin, ji 35 baroyan Hezar 330 parêzeran serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan.

Bi beşdariya gelek parêzer û endamên baroyan têkildarî mijarê li pêşiya edliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.

Hejmareke zêde parlementerên DEM Partî jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter ve hate dayîn.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve destûra hevdîtina parêzeran nayê dayîn

Yeter bal kişande li ser tecrîda giran ya li ser Rêber Apo û wiha got;

“Hevdîtina parêzeran ya li gel Birêz Ocalan û girtiyên din bi awayekî dij hiqûqî tê astengkirin.”

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve destûra hevdîtina parêzeran ya bi birêz Ocalan re nayê dayîn. Piştî vê dîrokê bê navber hevdîtin hatine qedexekirin.”

Yeter da zanîn qedexekirina hevdîtinên parêzeran binpêkirina qanûna înfazê û li dijî peymana mafên mirovan û pîvanên navnetewî ye û got;

“Li dijî vê yekê ji 29 baroyan 775 parêzeran sala 2022’an me ji bo serdana Îmraliyê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Lê bersiva yek ji serlêdanên me nehate dayîn.

Piştî wê jî ji 22 welatan 350 parêzeran di 14’ê Îlonê 2022’an de û ji welatên Rojhilata Navîn jî 756 parêzeran di 19’ê Îlona 2022’an de bi daxwaza çuyîna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê dan lê ev daxwaza wan jî bê bersiv ma.”

“Em dixwazin tavilê dawî li bê hiqûqiya li Îmraliyê bê anîn”

Di dawiyê de Ekîn Yeter diyar kir hewldan û têkoşîna parêzeran ya li dijî tecrîdê û binpêkirina mafê parastinê li gorî Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê ye ku Tirkiye jî endamekî wê ye got;

“Me daxwaza xwe ya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan, Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş re ji Wezareta Edaletê re şand.

Hezar 330 parezerên ji 35 baroyan em dixwazin tavilê dawî li vê bê hiqûqiyê bê anîn.”

Back to top button