Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Elî Sûbaşî bi merasîmekî oxir kirin

Şêniyên Dêrikê cenazeyê endamê ′PYD′ Elî Sobaşî bi merasîmekî oxir kirin.
Şêniyan diyar kirin ku ew ê li ser şopa şehîd bimeşin û armanca wan a pêkanîna azadî û demokrasiyê pêk bînin.

Xelkê navçeya Dêrikê cenazeyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Elî Sûbaşî (Idrîs Serhed) bi merasîmekî li Goristan Şehîd Xebat Dêrikê oxir kirin.

Şehîd Elî Sûbaşî di 27′ê Cotmehê de li nexweşxaneyeke Hesekê şehîd bûbû

Şêniyên Dêrikê û gundewarên wê jî di nav de, gelek endamên saziyan beşdarî merasîmê bûn.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa sersaxî da malbatê û bal kişand ser fedakariyên şehîd.

Sûad Mistefa got

“Şehîd bi exlaq, mîras, nirx û fedakariyên xwe di oxira gelan de hate naskirin.”

Li wir endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn jî axivî û bang li welatiyan kir ku heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.

Her wiha li ser têkoşîna şehîd Elî Sobaşî endamê PYD′ê Mihemed Ebdurehîm jî got:

“Di oxira azadiya gelan de şehîd Elî tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû û heta dawî têkoşiya.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button