Her wiha Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E li dijî derbeya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê banga çalakiyan kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê derbeya dewleta Tirk a li dijî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn şermezar kir.
KCDK-E’yê diyar kir ku ev derbe ji têkçûna rejîma AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê tê û got;
Divê saziyên navneteweyî û dewletên Ewropayê nerazîbûn nîşan bidin û bi berpirsyarî tev bigerin.
Derbe li dijî gel pêk hat, divê gel dest bi çalakiyan bikin û her kes bi erkê xwe rabe.