Li parêzgeha Diyalayê, li gel girtina 3 DAIŞ’iyan, hêzên ewlehiya Iraqî dest bi operasyonekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê kir.
Çavkaniyên Ewlahî ên Iraqî ragihand ku îro hêzên ewlehiya welat li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji sê aliyan ve û bi hevkariya bergala asîmanî li parêzgeha Diyalayê dest bi opersyonekê kir.
Çavkaniyan her wiha diyar kir ku hêzên astixbaratê li heman parêzgehê û di encama operasyoneke serkeftî de, şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, girt.
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî leşkerên Iraq û çekdarên Heşda Şebî kirin
Li aliyeke din jî, çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşî bendeke artêşa Îraqî li gundê Zencelî yê navçeya Xurmato kir û tê de, jimarek leşkerên artêşê birîndar bû.
Her wiha li gorî zanyariyan, çeteyên DAIŞ’ê di saetên şevê de li devera Akbaş a li rojhilatê bajarokê Sediye bi çekên qenasê êrîşî çekdarên Heşda Şebî kir.
Piştî Heşdê bersiv da, çete ber bi cihek ne diyar ve reviyan.