Artêşa Yemenî ragihand ku wan li eniya El-Kesareyê ya li rojavayê parêzgerha Me’ribê ziyanên madî û canî bi “çekdarên” Hûsî gihandine.
Artêşê da xuyakirin ku digel van ziyanan, topavêja wan gelek çekên giran rûxandin û gelek çekdar neçarî revê bûn.
Hemwextî vê yekê, balafirên Hevpeymaniya Erebî li rojavayê Me’ribê kombûnên “Hûsiyan” armanc kirin.
Di encamê de, gelek çekdar hatin kuştin û çekên wan hatin wêrankirin.
Hevpeymaniyê her wiha got ku wan droneke bombebarkirî ya “Hûsiyan” a ku ber bi bajarê Xemîs Mişêt ê Siûdiyê ve avêtibû, rûxand.