Arêz Ebdullah: Eger PKK nebûya jî wê Tirkiyê her êrîş bikira

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK Arêz Ebdullah rayedarên Başûrê Kurdistanê hişyar kir ku Tirkiye dixwaze beşekî xaka Başûr bi ser nexşeya xwe veke.

Arêz Ebdullah got:

“Ji van êrîşên Tirkiyê du armancên sereke hene; ya yekemîn şerkirina li gel gerîlayan e, ya duyemîn mezintir û veşartî ye, ew jî ku beşekî Başûr dagir bike û bi ser xaka xwe veke”.

Ebdullah diyar kir ku ev demeke Tirkiyê çav berdaye sînorê wîlayeta kevin a Mûsilê û anî ziman ku eger PKK li van cihan nebûya jî, wê her Tirkiyê êrîş bibira ser xaka Başûrê Kurdistanê.

Endamê Rêveberiya YNK teqez kir ku Tirkiyê bêyî erêkirina Iraqê gaveke wiha navêje û aliyên Başûr jî eger di pêvajoya dagirkeriyê de alîkariya Tirkiyê nekin jî, çavê xwe ji dagirkeriyê girtine.

Back to top button