Aldar Xelîl: Darizandina endamên HDP’ê qirkirina siyasî ye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî darizandina endamên HDP’ê diyar kir ku hikumeta Tirkiyê ji bo tolhildana DAIŞ’ê vê yekê dike.

Aldar Xelîl anî ziman ku sedema darizandina 108 siyasetmedar û endamên HDP’ê ew ku wan di 2014’an de piştgiriya xwe ji Kobanê re nîşan daye.

Xelîl ev yek weke nîşaneya qirkirina siyasî li Tirkiyê bi nav kir.

Desthilatên Komara Tirkiyê, li jêr doza bi navê Kobanê, di 26’ê Nîsanê de dest bi darizandina 108 endamên HPD’ê kiriye.

Back to top button