ARTÊŞA TIRK GUNDÊ BINARÊ YÊ QENDÎLÊ BOMBEBARAN KIR

Balafirên şer yên dewleta tirk gundên Binara Qendîlê bombebaran kirin, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn, li aliyekî din leşkerên dewleta Tirk li herêma Bradostê 2 ciwan binçavkirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, îro di saet 09.30’an de gundên Silê û Bolê yên li herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Nûçegihanê Rojnews ji herêmê ragihand ku balafiran li gundê Bolê 2 malên gundiyan bombebaran kir û di encam de 4 sivîl birîndar bûn.

Ji birîndaran rewşa Cengî Enwer û Ebdullah Hemîd Emer giran e û ew rakirin nexweşxaneya Sengeser.

Berya 3 rojan serokwezîrê Iraqê ragihandibû ku nabe ti balafirên şer ên biyanî bêyî destûra wî li ser ezmanê Iraqê bifirin û got :

“Eger ev yek pêk bê, wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê bersiva wan bidin”.

Lê mixabin heta niha ti aliyan li dijî bobebarana gundên Binara Qendîlê daxuyanî nedane.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
LEŞKERÊN TIRK LI GUNDÊ SÎRAN 2 CIWAN BINÇAV KIRIN

Herweha Dewleta Tirk a dagirker di nav xaka Başurê Kurdistanê de dest bi binçavkirinan jî kiriye.

Li gorî Ajansa Roj News îro danê sibê, 2 ciwanên bi navê Cîhan Selîm 16 salî û Ebdulqehar Lezgîn 20 salî ji aliyê leşkerên Tirk ve li gundê Sîran a herêma Bradost a Hewlêrê binçavkirin.

Malbatên ciwanan diyar kirin, her dû ciwan li herêma Bradost li ber sewalan bûn û ji bo hinek pêwîstiyan vegeriyabûn gûnd, lê leşkerên Tirk ew di nava gundan de binçavkirin.

Gundê Sîran dikeve Başûrê Rojhilatê bajarokê Sîdekan a herêma Bradostê.

Piştî 17’ê Tîrmehê asayîşa PDK’ê bi dehan ciwnên Mexmûrê binçavkirin û heta niha çarenûsa gelek ji wan ne diyar e.

 

 

Leave a Reply

Back to top button