Li Bexdayê 2 Mûşek ketin, 2 kes birîndar bûn

Li herêma Cadiriya ya Bexdayê du moşek ketin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

2 moşek duh êvarê li nêzî herêma Cadiriya ya Bexdayê ketin.

Hate zanîn ku moşek li nêzî avahiya Desteya Hec û Umrê ketin, di encamê de 2 kes birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Hêzên ewlekariyê cihê bûyerê girtin û birîndar veguhestin nexweşxaneyê.

Back to top button