NY êrişa li Xezayê şermezar kir û banga agirbestê kir

Êrişa ku duh Îsraîlê li dijî Filistiniyên ku li benda alîkariyê bûn pêk anî, di rojeva cîhanê de ye.
Gelek welatan û Neteweyên Yekbuyî êriş şermezar kirin û banga pêkanîna agirbesta lezgîn kirin.

Êrişa dawî ya Îsraîlê ya li dijî Filistiniyan ku di encamê de 112 kes mirin 760 kes jî birîndar bûn di rojeva cîhanê de ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antonio Guterres êrişa li dijî kesên ku li benda alîkariyê bûn şermezar kir û banga agirbesta lezgîn kir.

Raportorê Neteweyên Yekbuyî yê Filistînê Francesca Albanese nerazîbûn nîşanî êrişê da.

Francesca ku têkildarî êrişê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û anî ziman ku divê êdî ev êş û trajedî bi dawî bibe.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Ghebreyesus jî bal kişande li ser hejmara zêde ya qurbaniyên şerê li Xezayê û got,

“Divê êdî ev êş û tundiya xeternak bi dawî bibe û agirbest pêk were.”

Amerîka: Ev buyer wê bandorê li danûstandinên agirbestê bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji ber êrişa li Xezayê fikarên xwe anî ziman û diyar kir ev buyer wê bandorê li danûstandinên agirbestê bike.

Fransa, Îtalya, Kolombiya û Spanyayê êriş şermezar kirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê mijarê de daxuyanî da û êriş şermezar kir.

Macron got,

“Hêrsa me ya li dijî êrişên Îsraîlê ya li ser sivîlan zêde ye. Rewşa li Xezayê xeternake. Divê sivîl bên parastin. Divê rêz li edalet û hiqûqa navnetewî bê girtin. Divê tavilê agirbest bikeve meriyetê.”

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî diyar kir êrişa li dijî sivîlên ku li benda alîkariyê ne nikare mafdar bê nîşandan û bang li Îsraîlê kir ku li gorî hiqûqa navnetewî tevbigere.

Serok-dewletê Kolombiyayê Gustavo Pedro jî êrişa li dijî Filistiniyan şermezar kir.

Pedro êriş weke qirkirin bi nav kir û eşkere kir ku wan çek girtina ji Îsraîlê rawestandine.

Wezîrên Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî jî bertek nîşanî êrişê dan û banga pêkanîna agirbesteke lezgîn kirin.

Cezayîr û Erebistanê êrişa Îsraîlê şermezar kirin

Cezayîr û Erebistana Siûdî jî nerazîbûn nîşanî êrişa Îsraîlê dan şermezar kirin.

Cezayîrê piştî komkujiya ku duh pêk hat, banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî kir.

Erebistana Siûdî jî ragihand ew qebûl nakin ku hiqûqa navnetewî bi hêcetên cihê were binpêkirin.

Di şerê li Xezayê de 81 kesên din hatin kuştin

Back to top button