Ehmed Şêxo: Pêwîstî bi yekîtiyeke cîhanî li dijî êrişên Tirkiyê heye

Ehmed Şêxo; Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya kantona kobanê; dibêje li hemberî êrîşên dewleta Tirk pêwîstî bi yekitiyeke cîhanî heye û got divê ev yekitî mîna ya sala 2014`an be dema ku azadîxwazan berê xwe da Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da.

Ehmed Şêxo di hevpeyvîneke li gel ajansa Hawarê anî ziman “Rola berxwedana Kobanê di têkbirina planên dewleta Tirk de mezin bû” û destnîşan kir ev plan û êrîşên li ser herêmê qet nehatine rawestandin û niha pîvanên mirovahiyê di metirsiyeke mezin de ne.

Şêxo anî ziman “Kobanê veguherî navenda parastina mirovahiyê, di serî de hêzên gerîla li Kobanê bûn û pêşveçûna DAIŞ`ê rawestand, paşê ji hemû parçeyên Kurdistanê ciwan hatin.”

Ehmed Şêxo diyar kir ew kesên ku mirovahî parast, niha li çiyayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk şerekî mezin dimeşînin û bang li hemû gelên cîhanê kir ku bêdeng nemînin.

Back to top button