Di şerê li Xezayê de 81 kesên din hatin kuştin

Di roja 146’an de li Xezayê di navbera Hemas û hêzên Îsraîlê de şer û êrişên giran qewimîn.
Hat ragihandin di nava 24 seetên dawiyê de nêzî sed kesên din hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din ji ber rewşa şer li bajêr xeteriya tîbûn û birçîbûnê jî rojane zêde dibe.

Di van rojên dawiyê de ku niqaşên li ser pêk anîna agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de zêde bûne, şerê li Xezayê jî bi giranî didome.

Hat diyar kirin şevê din û îro li gelek herêmên bajêr şer û êrişên giran qewimîn.

Di roja 146 an de Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê encama şerê 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê 81 kesên din di êrişên hêzên Îsraîlê de hatin kuştin û 280 kes jî birîndar bûn.

Bi van daneyên dawiyê re ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên ku li Xezayê hatin kuştin 30 hezar derbas kir û ya birîndaran jî nêzî 71 hezar buye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ji destpêkirina şer heta niha nêzî 10 hezar endamên Hemasê hatine kuştin.

Li Xezayê ji ber birçîbûn û tîbûnê zarok dimirin

Li aliyê din ji ber şer û êrişên li Xezayê astengkirina derbaskirina alîkariyên mirovî xeteriya tîbûn û birçîbûnê jî zede dibe.

Her wiha hejmareke zêde mirov jî bi nexweşiya şewbê ketine.

Birçîbûn û tîbûn dibe sedema ku zarok jiyana xwe ji dest bidin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê eşkere kir ku li nexweşxaneyan 2 zarokên din ji ber birçîbûnê mirine.

Hat diyar kirin tevî van hejmara zarokên ku jiyana xwe ji dest dan derkete 6’an.

Du roj berê jî Nûnerên saziyên alîkariyê yên Neteweyên Yekbuyî ragihandin ku ji çaran yek nûfusa Xezayê ango 579 hezar kes li ber xelayê ne û diyar kirin di mijara derbaskirina alîkariyên mirovî de astengiyên mezin hene.

Back to top button