Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk sûcên li dijî jinan tên kirin şermezar kir

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên ku li dijî jinan tên kirin şermezar kir û got:
“Bûyera hovane ya ku li gundê Til Semin li dijî du jinan qewimî zîhniyeta baviksalarî û nerîna civakê ya ku her dem jin biçûk dibîne nîşan dide. Ji bo çi gunehî jin li kolanan rastî lêdanê tên û kîjan qanûn vê yekê qebûl dike.Em dengê xwe tevlî dengê meclîs, tevgerên jinan û aliyên pêwendîdar ji bo rawestandina van bûyerên hovane ku li herêmên me tên dubarekirin, dikin.”

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên ku li dijî jinan tên kirin şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her dem jin weke yekane sûcdar tê dîtin û wiha got:

“Civak her jibîr dike ku jin jî însane û mafê wê yê jiyana bi ewle heye.

Bi taybetî em behsa tawana hovane ya ku li dijî du jinên ciwan li gundê Til Semin ê kantona Reqayê hat kirin bikin.

Tawanên bi vî rengî her carê tên dubarekirin.

Ev yek zîhniyeta baviksalarî û nerîna civakê ya ku her dem jin biçûk dibîne nîşan dide.

Civak qebûl nake ku jin xwe û civaka xwe ava bike.”

Meclisê anî ziman ku beriya çend rojan Tevgera Jinan çalakiyên 8’ê Adarê ragihandibû û wiha pê de çû:

“Em hemû hêvîdar in ku em asta jinan û raman, zanîn û çanda wê bilind bikin.

Lê mixabin rastiya ku em tê de dijîn, bi hinceta parastina namûsê kuştina esas digire.

Ji bo çi gunehî ev kiryarên hovane li dijî jinan tê kirin.

Ji bo çi gunehî jin li kolanan rastî lêdanê tên û kîjan qanûn vê yekê qebûl dike.”

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em dengê xwe tevlî dengê meclîs, tevgerên jinan û aliyên pêwendîdar ji bo rawestandina van bûyerên hovane ku li herêmên me tên dubarekirin, dikin.”

Hêzên Asayîşê 2 ji kesên ku tundî li her du xwişkan kirine girtin

Back to top button