Ji ber virusa corona Rêxistina Tenuduristiya Navdewletî rewşa awarte ragihand

Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna Virusa Corona, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, rewşa awarte li Cîhanê ragihand.

Rêveberê Giştî yê Rêxistinê ev rewşa awarte piştî gelek belgeyên belavbûna vê virusê di 18 welatan de û civîna komîteya Awarte, ragihand.

Hikumeta Çînê jî eşkere kir ku heta niha 213 kes ji ber vê virusê jiyana xwe ji dest daye û herî dawî 2 hezar kesên din pê ketine.

Bi vê yekê hejmara kesên bi virûsê bandor bûne, nêzî 6 hezar kesî ye.

Komîteya Tenduristiyê ya Hobbya Çînê da zanîn ku tenê li vê herêmê 42 kes mirin e.

Piraniya wan li Çînê, 8 hezar û 100 kes bi virûsa Korona ketin û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Li Elmanyayê hejmara nexweşan bû 5 kes, li Îtalyayê jî hat tespîtkirin ku du kes bi virûsa Korona ketine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) beriya niha pêwîstî pê nedidît ku li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihîne.

Lê belê niha ji ber metirsiya heyî li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihand. .

Back to top button