Tirkiyê xaleke çavdêriyê li nêzî Seraqib ava dike

Piştî pêşketina hêzên Rêjîmê li ser riya M5, Tirkiyê nuqteyeke din a çavdêriyê nêzî Seraqib a Idlibê ava dike.

Li gorî dezgehên ragihandinê, Tirkiyê vê nuqteyê li ser riya navdewletî ya Heleb-Şam li gundewarên Rojhilat ê Idlibê çêdike.

Hat ragihandin ku di nava çend rojan de ev nuqteya duyemîn e ku Tirkiyê li Seraqib ava dike.

Bajaroka Seraqib tê bombebarankirin

Ji xwe piştî bidesxistina Meret El-Numan, Rêjîmê berê xwe daye bajaroka Seraqib û bi balafiran wê bombebaran dikin.

Çavêdriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî da zanîn ku, “li gundewarê Başûr ê Helebê, Hêzên Rêjîmê bi piştgiriya Mîlîsên Îranê bi pêş ketin û gundê Xalidiyê û bajaroka “Xan Tûman” bi dest xistin.”

Li gorî wê, bi vê yekê hêzên Rêjîmê riya Şam-Heleb dixe bin kontrola xwe.

Back to top button