Êriş û topbaranên dagirkeriya Tirk ên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewame.
Welatiyên Hewlêrê zêdebûna êrişên welatên cîran ên ser xaka başûrê Kurdistanê, girêdayî bêdengiya aliyên siyasî yên desthilatê û nebûna yekrêziya gelê Kurd ve dibînin.
Her wiha bang kirin ku li dijî êriş û topbaran dagirkeriya tirkiyê yekdeng û yekrêziya xwe avabikin.
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a qirker li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêde dibin.
Beriya hetfeyekî jî balefirên artêşa Tirk bi dijwarî sînorê Dihokê bombebaran kir û du welatî şehîd bûn.
Lê ne hikûmeta Başûrê Kurdistnê ne jî ya Iraqê derbarê şehîdxistina her du welatiyan de tiştek negotin û cardin badeng man.
Welatiyên bajarê Hewlêrê, derbarê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk de axivîn.
“Êrişên dagirkeriyê bi ti hincetê nayê qebûlkirin”
Welatiyê bi navê Koçer Rehman êrîş û bombebarana dagirkeriya Tirk şermezar kir û wiha got:
“Êriş û bombebaranên dewleta Tirk û Komara Îslamî ya Îranê li ser ser xaka Kurdistanê, bi çi hincetê be nayê qebûlkirin.
Armanca wan jî ew e ku kurd û destkeftiyên kurdan tune bikin.”
“Divî hemû kurd bi yek dengî li dijî êrişan bisekinin”
Welatiyek din ê bajarê Hewlêrê Cemal Ehmed jî anî ziman ku nebûna tîfaq û yekîtiya di nava kurdan de, dibe sedem ku rê li ber van êrîşan vebe û wiha pê de çû:
“Armanc û xwesteka dagirkeran ji van êrîş û bombebaranan diyare.
Ji bo wê jî divê her ferdek Kurd û hemû aliyên siyasî, li dijî êriş û topbaranên ser xaka Kurdistanê yekdeng bin da ku bikarin van kiryaran rawestînin.”