Komîna film a Rojava derhênerê sînemayê Halîl Dag bi bîr anî

Komîna Film a Rojava derhênerê sînameyê Halîl Daq di salvegera şehadeta wî ya 16’an de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê de bi bîr anî.
Her wiha hevalên wî yên derhêner diyar kirin ku şehîd Halîl sînameya şoreşgerî zîndî kir.

Bi beşdariya gelek endamên komînê, xelkê, derhênerên sînameyê merasîma bîranînê dest pê kir.

Dûre sînevîzyonek derbarê xebatên şehîd Halîl Dag de hate pêşandan.

Hevalên şehîd Halîl Dag bîranînên xwe pê re vegotin.

Derhênerê sînameyê û endamên Komîna Film a Rojava Nûman Xeyt behsa jiyana şehîd Halîl Dag kir û got:

“Şehîd Halîl pir ji karê xwe hez dikir û wefedar bû. Ji lew re xwest tiştekî nimûne ji gelê xwe re pêşkêş bike û mîraseke dîrokî bihêle.

Endama Komîna Film a Rojava û derhênera sînameyê Jîna Asmîn jî anî ziman ku şehîd Halîl sînameya şoreşgerî zîndî kir.

Derhêner Emîn Egîzek jî diyar kir ku şehîd Halîl filmên li ser Kurdan çêkirine, behsa zulm û zordariya li dijî Kurdan kir û xwest berxwedana vî gelî bide pêş.

Back to top button