Jinên ji bajarê Efrînê ku di salên 1990’an de serdana Rêber Apo kiribûn, destnîşan kirin ku wan bi saya Rêbertî xwe nas kiriye û rojbûna wî ji bo wan jiyane û got:
“Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn têkoşîn bikin.”
Fatme Xelîl Boskilî ya ji gundê Sînka yê navçeya Şera ya Efrînê, anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Apo her tişt zindî kir.
Fatme Mihemed a ji gundê Xwazyana yê navçeya Mabeta ya Efrîna jî diyar kir ku Rêbertî gava pêşîn ber bi rizgariya jinê ve agêt û ji bo wê divê hemû jin xwe li ser vî esasî perwerde bikin.
Meryem Hec Reşîd a ji gundê Elemdar ê navçeya Reco ya Efrîna da zanîn ku rojbûna Rêber Apo ji bo wan jiyane û bi saya wî wan xwe nas kirin û got:
“Rêbertî me ji tariyê bir ronahiyê û em ê ji bo ku wî di nava xwe de bibînin di nava têkoşînê de bin.”