Li Reqayê pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê li Kantona Reqayê bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiya pirtûkxaneya gerok da destpêkirin û pirtûkan li xelkê belav dikin.

Bi dehan Ciwanên PYD’ê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê û gundewarên wê li çerxerêyên Neîm û Delê yên Reqayê kom bûn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li xelkê belav kirin.

Bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4ˊê Nîsanê) ev çalakî hat lidarxistin.

Beriya vekirina pirtûkxaneyê, li ser navê Ciwanên PYD’ê, endama Komîteya Rêxistinê Sena Mihemed Elî axivî û got:

“Çalakiya pirtûkxaneya gerok a Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya rêzeçalakiyên rojbûna Rêbertî de hat destpêkirin. Em ciwan û fedaîyên Rêbertî li qadan in, da ku dengê xwe bigihînin faşîsta Tirk ku em li ser fikir û felsefeya Rêberê xwe ne.”

Çalakiya pirtûkxaneya gerok wê îro li Parka Reşd û Parka Jina Azad di saet 16:00’an heta saet 18:00’an li dar bikeve.

“Ji bo civakeke demokratîk divê em ramanên Rêbertî pêk bînin”

Back to top button