Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bal kişandin ser ramanên Rêber Apo û ev bang kirin:
“Ji bo avakirina civakeke demokratîk divê em ramanên Rêbertî pêk bînin.
Nivîskar Cemal Çaçan ê ji Qamişlo diyar kir ku fikrê Rêber Apo ji bo pêşxisina civakan e got:
“Rêbertî xwedî fikrekî rizgarî ji bo jinan e jî, lê belê pergalên zordest vî fikrî qebûl nakin.
Tecrîda li ser Rêber Apo kiryareke derexlaqî û dermirovî ye.”
Ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk divê em ramanên Rêber Apo pêk bînin.”
Nivîskar Hesîna Ehmed jî anî ziman ku fikrê Rêber Apo di perwerdekirina civakê û ronîkirina rêya azadiyê de xwedî roleke girîng e û got:
“Ji bo têkbirina siyasetên çewisandinê, divê asta têkoşînê were bilindkirin û ramanên Rêber Apo werin belavkirin.”
Hîndekarê li zanîngeha Rojava Nesîm Şemo jî dibêje:
Rêber Apo xwedî çareseriya doza Kurd û Rojhilata Navîn e û ji ber vê yekê ji her demê zêdetir têkoşîn ji gelê herêmê tê xwestin.
Şehba-Partiyên siyasî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin