KCK’ê bi daxuyaniyeê Şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî

KCK’ê bi daxuyaniyekê Qazî Mihemed û hevrêyên wî û Mahîr Çayan bi bîr anî û got:
“Têkoşîna van pêşengên dîrokî di pêşketina neteweya demokratîk û destkeftiyên ku îro gelê Kurd bi dest xistine de xwedî pareke mezin e.
Em bang li her kesî dikin ku hîn zêdetir bên ba hev, têkilî û tifaqên xwe berfireh bikin û li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê Şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî .

KCK’ê diyar kir ku Mahîr Çayan û hevrêyên wî di 30’ê Adara 1972’an de li Kizildereyê û Qazî Mihemed,

Hacî Baba Şeyh û Seyfî Qazî di 31’ê Adara 1947’an de li Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin û got:

“Qazî Mihemed û hevalên wî weke leheng, fedekar û ewladên hêja yên gelê Kurd di dîrokê de cih girtin.

Yek ji pêşengên neteweyî yên Kurd Qazî Mihemed û hevalên xwe Hecî Baba û Seyfî Kadî bi dilsoziyeke mezin ji bo serxwebûna Kurdistanê xebatîn.

Bi avakirina Komara Mehabadê di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin.

Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Îngilistan û Sovyetê Qazî Mihemed û hevalên wî yên têkoşer li Qada Çarçirayê darvekirin .”

“Têkoşîna van pêşengan di pêşketina neteweya demokratîk de xwedî pareke mezin e”

KCK’ê anî ziman ku berpirsiyarê pirsgirêka Kurd û neçareserbûna wê hêzên modernîteya kapîtalîst in û ev nêzîkatî îro jî didome û got:

“Komara Mehabadê di encama xiyanet û êrîşa dewletan û hêzên dijminên gel û azadiyê de hat rûxandin.

Tevî vê jî ev zêdetirî sed sal in di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e.

Têkoşîn û xebata van pêşengên dîrokî di pêşketina neteweya demokratîk de xwedî pareke mezin e.

Şoreşgerên mezin Mahîr Çayan û hevalên wî Denîz û Îbrahîman ji bo ku Tirkiye ji vir derxin, bingehek wekhev û azad ava bikin têkoşiyan.”

Herî dawî KCK’ê bang li her kesî kir ku hîn zêdetir bên ba hev, têkilî û tifaqên xwe berfireh bikin.

Back to top button