Li Dêra Zorê pêdiviya avê ya 30 hezar kesî dê were dabînkirin

Li bajaroka Şafa ya Dêra Zorê stasyona avê û şebekeya nava bajar ku pir kevin bibûn.
Lewma ji Sibata 2014’an ve dest bi sererastkirina wê hatibû kirin, di demek nêz de wê bikeve xizmetê.
Bi vê yekê wê pêdiviya avê ya 30 hezar kesî were dabînkirin.

Stasyona avê ya bajaroka Şafa beriya were sererastkirin gelek cîhazên wê êdî kar nedikirin û pêdiviya welatiyan pêk nedianî.

Lewma Daîreya Giştî ya Avê ya Dêra Zorê di meha Sibatê de dest bi sererastkirina wê kiribû.

Li stasyonê boruyên nû hatin bicîhkirin, parzûnên wê hatin guhertin û 2 hilmij hatin bicihkirin.

Bi sererastkirina stasyonê re li taxa 24, Herêma El Zuhra, Herêma El Hawî,

Herêma El Taas û kolana El Tehtanî şebekeya avê ya bi dirêjahiya 4 kîlometre û 200 metreyan nû kir.

Li gorî agahiyên Daîreya Avê wê stasyon di çend rojên pêş de bikeve xizmetê û pêdiviya avê ya 30 hezar kesî dabîn bike.

Li Dêrazorê plana çaksazkirina stasyonên avê

Back to top button