“2 Roj ji bo Hilbijartinên Şaredariyan ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mane”

DEM partiyê li navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi boneya hilbijartinên 31’ê Adarê bi gel re civînek li dar xist.
Siyasetmedar Leyla Zana beşdarî civîna bi gel re bû û ev bang kir:
“Ji bo aştî û edalet pêk were divê em demildest destê Serok Apo bigirin.
Ji bo siberojê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”

Bi boneya hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qilebanê mîtîngek li dar xist.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê, hevserokên DEM Partiyê yên Qilebanê û bi dehan kes beşdarî civînê bûn.

DEM Partî li qilebanê bi gel re civînek li dar xist

Leyla Zana di mîtîngê de axivî û diyar kir ku rêya aştiyê di rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe û wiha domand:

Leyla Zana: Ji bo aştiyê pêwîst e demildest Serok Apo azad bibe

Ez dixwazim li ser sînor bang li Komara Tirkiyê bikim.

Ger ev gel tevî êşên bi sedsalan hêjî aştiyê diqîre, kes nikare ji nedîtî ve were.

Ji bo aştî û edalet pêk were, pêwîst e em demildest destê Serok Apo bigirin.

Coş û kelecana vî gelî li ser siberojê ye, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd e.”

Siyasetmedara kurd leyla zana banga xwedîderketina li dem partiyê kir

Leyla Zana diyar kir ku tevî gelê kurd sed sal e tê înkarkirin lê em dikarin di sedsala nû de siberoja xwe ava bikin û ev tişt anî ziman:

Heya ev gel xwedî vê enerjî û dînamîzmê be, em dikarin Kurdistan û Tirkiyê parve bikin.

Cihê ku em biçinê û yê ku hûn biçinê tune ye.

Em ê bi hev re jiyana birûmet bijîn. Wê demê tu windakirina dem, mirovî û aborî tune.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di dawiya axaftina xwe de bang kir û got:

Ji bo pêşerojê dengê xwe bidin DEM partiyê.

Mîtînga li navçeya Qilebanê bi şahî û govend bi dawî bû.

Back to top button