Li Fransa di çalakiyên dijî cihûyan de 600 kes hatine binçavkirin

Li Fransa di nava 39 rojên şerê navbera Îsraîl û Hemasê de, li dijî cihûyan 1500 çalakî hatine lidarxistin.
Wezîrê Karê Hundirîn yê Fransa Dermanin ragihand ku di van çalakiyan de heta niha 600 kes hatine binçavkirin.

Bi dijwarbûna şerê li Xezayê re, li nava cîhanê bertekên dijî Îsraîl û cihûyan zêde dibin.

Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin îro ji qenala Cnews’ê re axivî û got:

“Ji 7’ê Cotmehê heta niha 1,518 çalakiyên antîsemîtîk pêk hatine û nêzîkî 600 kesî hatine binçavkirin.”

Dermanin ev tişt anî ziman:

“Ev bi piranî heqaret û gotinên biçûk-xistinê ne, lê belê êrîş jî pêk hatine.”

Li gorî nûçeya AFP’yê, çavkaniyên wezîrtiyê diyar dikin ku ji ber van ‘çalakiyan’ 571 kes hatine binçavkirin.

Derdora 120 û 130 kesên hatine binçavkirin biyanî ne û hê jî nêzîkî 100 kesî li girtîgehan tên girtin.

Seroka Meclisa Neteweyî Yael Braun- Pîvet di daxuyaniya xwe doh de anî ziman ku ew sedemên vê antî-semîtîzmê nizanin.

Li gel vê yekê Wezîrê Karê Hundir got,

Antî-semîtîzmeke ji ber ‘çepgir û rastgirên tund’,’Îslama tundraw’ û ‘dijberiya sîyonîzmê’ li holê ye.

Gotinên li dijî Îslamê zêde bûn

Gerald Darmanin anî ziman ku jimara çalakiyên li dijî Îslamê jî zêde bûne û wiha dewam kir:

“Lê ev ne di wê astê de ye ku em ji hêla antî-semîtîzmê ve bibînin.

Gelek gotinên dij-Îslamî hene ku tê de gefên kuştinê, mizgeft û bernameyên televîzyonê yên gefên êrîşê li wan tên xwarin.”

Û ew ê serî li Arcomê (Heyeta Venêrîna Medyayê) yan jî mehkemeyan bidin.

Li gorî medyaya Fransî ji 7’ê Cotmehê heta niha 330 lêpirsîn derbarê çalakiyên li dijî cihûyan û ‘pesnê terorê dide’ hatine destpêkirin.

Back to top button