Ji Biden peyama bo Xeza: Divê nexweşxane bên parastin

Li derdora nexweşxaneyên Şîfa û Qudus yên herî mezin ên Xezayê ne, şereke dijwar rûdide.
Di êrişa li ser nexweşxaneya Şîfa de, 32 kes mirin.
Serokê DYA Biden bang li Îsraîlê kir ku nexweşxaneyan biparêze.

Cihên hewildanên jiyanê, vediguherin cihê miriyan.

Nexweşxaneya Şîfa ji aliyê tankên Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka DYA yê Joe Biden jî peyam da ku divê nexweşxane bên parastin.

Biden diyar kir ku hêvî dikin li dijî nexweşxaneyan destwerdaneke giran neyê kirin û ew ê bi Îsraîlê re di nava têkiliyan de bimînin.

Ji bo berdana girtiyên destê Hemasê jî Waşîngton û Doha di nava danûstandinan de ne.

Îsraîl îdia dike ku nexweşxaneya herî mezin a Xezayê, Şîfa wekî navenda Hemasê tê bikaranîn û wiha got:

“Li ku derê em Hemasê bibînin em ê gulebaran bikin.

Ger ji nexweşxaneyê jî guleyan berdin, çi ji destê me were em ê bikin.”

Doh Îsraîl vîdyoyek û wêneyên çekên ku li jêrzemîna nexweşxaneya penceşêrê Rantisi de hatine tomarkirin parve kir.

Hemas îdiayên Îsraîlê red dike.

Li Xezayê nexweş nayên derxistin

Hat ragihandin ku tankên Îsraîlî nexweşxaneya ku nexweş têde asê mane dorpêç kiriye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref Kudra doh ragihandibû ku di nava 3 rojên dawî de 32 nexweşên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin mirine.

Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 3 zarokên nû ji dayik bûne jî hene.

Hate diyarkirin ku hîn bêtirî 650 nexweş li nexweşxaneyê li benda veguhestina bo nexweşxaneyên din in.

Li nexweşxaneya Qudusê jî rewş heman e.

Di êrîşên ku Hemasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê kiribûn de nêzî hezar û 200 Îsraîlî hatin kuştin.

240 kes jî dîl hatibûn girtin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di bombebarana Îsraîlê de bêtirî 11 hezar Filistînî ku ji wan nêzî 5 hezar zarokin hatine kuştin.

Li xezaya ku nifûsa xwe nêzî 2,4 mîlyonî ye, ji sêyan duyê wê bêmal man e.

Hemas li rêyên pêkanîna agirbestê digere

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tugayên Îzzeddîn El-Qessam ya şer dayî despêkirin niha li rêyên rawestandina şer digere.

Berdevkê Tugayên Qessam Ebû Ubeyda got,

“Me ji navbeynkarên Qeterê re got, eger 5 roj navberek di şer de hebe, em dikarin 50 dîlan berdin.

Dibe ev jimar bigihêje 70’î”.

Ubeyde diyar kir ku Îsraîl daxwaza berdana 100 girtiyan kiriye.

Şerê navnera Îsraîl û Hemas: 38 roj

Back to top button