Li Îranê revandin, girtin, êşkence û îdam

Li Îranê kiryarên mîna revandin, êşkencekirin û darvekirin bê navber dewam dikin.
Herî dawî 3 rojnamevanên jin hatin binçavkirin, bîryara girtina 2 rojnamevanên din yên jin hate dayîn û cezayê darvekirinê jî li 2 çalakgeran hate birîn.

Revandin, binçavkirin, darvekirin, êşkencekirin û hwd.

Pêkanînên bi vî awayî karekî rojane û beşek ji siyaseta rejima Îranê ye.

Ev kiryar û pêkanînên ku li gorî pîvan û hiqûqa navnetewî weke sûc tên dîtin, li Îranê karên asayî yên rojane ne.

Tevî ku hêrseke mezin ya civaka Îranê li dijî van polîtîkayên paşverû û dij mirovî heye lê tevî vê jî rejim bi zext û tepisandinê hewl dide van kiryarên xwe bi civakê jî bide qebûlkirin.

Roj nîne ku li Îranê mirov an jî kesên çalakvan, siyasetmedar û rojnamevan neyên girtin û îdam kirin.

3 rojnameger hatin binçavkirin aqubeta 2’yan nayê zanîn

Di nava du rojan de li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin.

Rojnameger Shagaig Mûradî li Tehranê duh di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin.

Piştî binçavkirinê jî hat girtin û şandin girtîgehê.

Hêzên Îranê di encama serdegirtina malên wan de rojnameger Nasim Tawafzade û Helaleh Natigeh jî binçavkirin. Lê nayê zanîn bê ka her du rojnamevan li kuderê tên girtin.

Bîryara girtina 2 rojnamevanên jin hate dayîn

Li aliyê din Serdozgeriya Giştî ya Girtîgeha Evînê ya bajarê Tehranê jî biryara girtina du jinên rojnamevan Seîde Şafiî û Nesîm Sultanbegî da.

Herî dawî du jinên rojnamevan Nîlufer Hemîdî û Îlaha Mihemedî jî ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn, bi hincetên cuda 12 sal cezayê girtîgehê li Nilufer Hemîdî û 13 sal ceza li Îlaha Mihemedî hate birîn.

Cezayê darvekirinê li 2 çalakgeran hate birîn

Dîsa dadgeriya rejîma Îranê cezayê darvekirinê li du çalakgerên din ên ku derbarê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin.

Hate ragihandin, çalakger Farşîd Hesenzahî (25) û Cemşîd Hesenzahî (29) ên ji gelê Belûc in, di 25’ê Mijdara 2022’an de hatin girtin.

Herdu ciwanên ku êşkenceya giran lê hate kirin, dadgeha Zahîdanê cezayê darvekirinê li wan birî.

Dadgeha Bilind jî cezayê darvekirinê erê kir.

Back to top button