Endamtiya Swêd a NATO wê li Komisyona Karê Derve bikeve rojevê

Ji bo endamtiya NATO’yê, çavê Swêd li Tirkiye û Hungaryay ye.
Herî dawî ji bo nirxandina endamtiyê, 16’ê Mijdarê wê li Komisyona Karê Derve ya Meclisa Tirkiyê bikeve rojevê.
Swêd ji erêkirinê bihêvî ye.

Komisyona Karê Derve ya Meclisa Tiriyê (TBMM)yê, pêşnûmaya ku erêkirina protokola endamtiya NATOyê ya Swêdê dipejirîne xist rojeva xwe.

Komisyon a bi serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Enqereyê Fuat Oktay, wê 16’ê Mijdarê roja Pêncşemê li ser “Pêşnûmeya Pêşnûmeya Derbarê Pejirandina Protokola Tevlîbûna Qraliyeta Swêdê ya li NATO’yê” bicive.

Di pêşnûmeyê de, wê li ser civînên sêalî yên navbera 14’ê Hezîran û 10’ê Tîrmehê pêk hatî de bên nîqaşkirin.

Pêşnûmeya li ser Protokola NATO’yê ya Swêdê, piştî ku ji aliyê Komîsyona Karê Derve ve hat qebûlkirin, divê ji aliyê Komisyona Giştî ya Meclisa Tirkiyê ve bê qebûlkirin.

Şefê rejîma Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 23’ê Cotmehê Protokola Tevlîbûna NATOyê ya Swêdê îmze kiribû û ji bo erêkirinê şandibû Meclisa Giştî ya Tirkiyê.

“Swêd li bendê ye ku bibe endamê natoyê”

Fînlandiya û Swêd di Gulana 2022’an de ji bo endamtiya NATO serlêndan kirin.

Ev hewildanên her dû welatan piştî êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê pêk hat.

Lê dema ku Fînlandiya bû endamê NATO’yê, Enqere li dijî endamtiya Swêdê derket.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström ji Reutersê re axivî û got,

“Ev agahî gelek kêfxweş in. Swêd li bendê ye ku bibe endamê NATO’yê.”

Fînlandiya 4’ê Nîsana 2023’an tevlî NATOyê bû.

Lê belê rejîma Tirkiye ji ber Swêdê li gorî daxwazên wî yên dijminahiya gelê Kurd erê nekir, astengiya xwe demek dirêj domand.

Swêd li ser daxwaza Tirkiyê guhertinên ku qanûnên xwe yên dij-terorê tundtir dike, derxistibû.

Piştî vê yekê Enqereyê di lûtkeya ku Tîrmehê li paytexta Lîtvanya Vilnius pêk hat, nerazîbûna xwe ya li hemberî endamtiya Swêdê rakir.

Piştî ku Tirkiye û Hungarya pêvajoya erêkirinê bi dawî kirin, tê çaverêkirin ku Swêd bibe endama 32’emîn ê NATO’yê.

Back to top button