“Êrîşên li dijî Şengalê ji bo têkbirina aramiyê ye”

Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de duh bi şev dewleta Tirk a dagirker wesayîdeke şervanên YBŞ’ê hedef girt.Li dijî êrîşan Tevgera azadiya jinên êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin.Di daxuyniyê de bang li gelê şengalê hate kirin ku li dijî pilan û êrîşan serî netewînin û têbikoşin.

Duh derengiya şevê balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li Sinûna Şengalê wesayîtek şervanên YBŞ’ê bombebaran kir.

Di encama êrîşê de 2 şervanên YPŞ’ê yê bi navê Berxwedan Şengalî û Argêş Feqîr şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû.

Tevgera azadiya jinên êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe li navçeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyek dan.

Di daxuyniyê de diyar kirin ku armanca van êrîşan têkbirina aramiya herêmê ye û wiha gotin:

Dagirkeran dîtin ku zarokên me şengal rizgarkirin û coş û heyecan salvegera rizgarkirina wê pîroz dikin ji bo wê jî wan kirin hedef.

Mixabin hikumetek li vir qaşo dibêje em ê vî gelî biparêzin, heye tu tişt nake û tu kes dengê xwe ji êrîşan re dernaxe.

Ev êrîş ji bo ku aramiya herêmê xirab bike û vegera koçberan a li Şengalê kêm bike. Lê ev siyaseta wan tewş e wê bi ser nekeve.

Di berdewama daxuyaniyê de hate zanîn ku ew çendî bi şehîdan diêşin jî lê belê ewqas serbilind in û wiha anîn ziman: Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin û wan vala derxin.

Back to top button