Li Îranê teqîn: 103 Kes mirin, bêtirî 150 jî birîndar bûne

Li Îranê di salvegara kuştina Qasim Silêmanî de 2 teqînên mezin pêk hatin.
Di encama êrişa li bajarê Kirmanê de bêtirî 100 kes mirin û 188 jî birîndar bûn.
Rayedarên Îranê, Îsraîlê ji êrişê berpirsyar dibînin.

Li parêzgeha Kirman a Îranê li nêzî gora Qasim Silêmanî du teqînan li pey hev rû dan.

Teqîn di dema merasîma ji bo bîranîna Qasim Silêmanî de pêkhatin.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatine parvekirin 2 teqînên mezin rû dane.

Di encama teqînê de 103 kes mirin û 188 jî birînda bûne.

Rayedarên Îranê ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Li gorî agahiyan êrişek li dijî welatiyên sivîl û êrişek jî li dijî hêzên polîsan pêk hatiye.

Rêjeya mezin a miriyan piştî teqîna duyem çêbûye.

Li gorî agahiyan ji ber dijwariya teqînan cenazeyê gelek miriyan jî ji hev nayên derxistin.

Herdu teqîn jî di navbera 10 deyqeyan de pêk hatine.

Di teqînê de endameke Heyva Sor jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan tîma Heyva Sor ji bo alîkariya birîndaran bikin çibûn cihê teqînê.

Lê di kêliya ku tîma Heyva Sor destwerdan li birîndaran dikir teqîna duyem pêk.

Di wê teqînê de endamên Heyva Sor jî di navê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îran ji teqînên li welat pêk hatî Îsraîlê sûcdar dike

Rayedarên Îranê ji ber wan êrişan Îsraîl tewanbar kir û gotin:

“Destê Îsraîlê di van êrişan de heye.”

Rayedarên Îranê di daxuyaniyê xwe de bêy ku nav bidin diyar kirin ku ew ê ji ber vê êrişê sîleyekê giran li dijminan bidin.

Back to top button