Medyaya Îranê eşkere kir ku di êrişên DYA’yê yên li ser Bender Ebas û Bûşehr de 8 eşkerên Artêşa Pasdaran hatine kuştin.
CENTCOM’ê jî ragihand ku wan li derdora 90 armancên leşkerî yên Îranê dane.
Li gor medyaya Îranê, di her du êrişên DYA’yê yên li ser Bender Ebas û Bûşehr de 8 eşkerên Artêşa Pasdaran hatine kuştin.
Di heman demê de, rayedarekî Îranî ji medyayê re ragihand ku îro serê sibehê li parêzgeha Bûşehrê du baregehên leşkerî bûne hedefa êrişên DYA’yê.
CENTCOM: Me li 90 armancên leşkerî yên Îranê xist
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku hêzên wan pêleke nû ya êrîşên asmanî li ser Îranê bi dawî kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên Amerîkî li nêzîkî 90 armancên leşkerî yên Îranê xistine,
Di nav wan de pergalên parastina hewayî, pergalên çavdêriya peravan, depoyên mûşek û dronan, kapasîteyên deryayî û binesaziya lojîstîkî ya leşkerî li seranserê peravên Îranê.



