Herêma pîşesazî ya Girkê Legê tê avakirin

Herêma pîşesaziyê ya Girkê Legî tê avakirin, heta niha ji sedî 80 yî aliyê inşayî ya pirojeyê qediyaye.
Yek ji sedemên derengmayîna qedandina piorjeyê êrişên dewleta Tirk in.

Ji ber qerebalixa li Girkê Legê TEV-DEMê projeya kopertîfa herêma pîşeyî ji şaredariyê re pêşkêş kir.

Şaredariya Gel ji sala 2017’an ve dest bi gavên destpêkê yê projeyê kir.

Herêm bi rûbera 23 hezar metre çargoşe li gundê Gir Ziyaret Cûlî tê çêkirin.

Di projeyê de 281 dikan hene, rûbera her yekê 20 metredam e.

Xebatên avakirinê sala 2017`an dest pê kirin.

Li gorî rayedarên Şaredariyê xebatên wan di aliyê avasaziyê de ji sedî 80 bi dawî bû ye.

Êrişên dewleta Tirk sedemek derengmayîna pirojeyê ye

Di navbera dikanan de kolanên bi penahiya 25 metreyan hene.

Her wiha li aliyê têketina bajêr, parkek heye, avê, kehrebe, telefon, înternetê û bîrekê hatiye hazirkirin.

li aliyê din jî êrişên dewleta Tirk û dorpça li ser herêmê sedemên din ên derng ketina pirojeyê ye.

Bi qedandina pirojeya herêma pîşesaziyê wê pirsgirêka qelabalixa li nava bajar bi rêjeyekê çareser bibe.

Back to top button