Fermandariya YJŞ’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê bi daxuyaniyekê tevahiya şehîdên ku di oxira rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne bi bîr anî.
Fermandariya YJŞ’ê diyar kir ew ê heta dawiyê Şengalê biparêzin.
Koordinasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê jî salvegera rizgarkirina Şengalê li civaka Êzidî û tevahî gelê Kurd pîroz kir.
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir.
Fermandariyê tevahiya şehîdên ku di oxira parastin û rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne bi bîr anî û wiha got:
YJŞ: Fedaiyên Rêber Apo parastina Şengalê kirin
“Fedaiyên Rêber APO wekî 12 siwariyan ji bo parastina gelê Êzidî, xwe gihandin me.
Bedelên pir giranbûha dan û Şengal rizgar kirin.
Lewma em wan bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin.”
YJŞ: Xwestin Êzidiyan ji holê rakin lê bi ser neketin
YJŞ’ê diyar kir di 3’yê Tebaxa 2014’an de hewil dan civaka Êzidî ji holê rakin û wiha got:
“Bi şer xwestin me ji cewherê me qut bikin.
Lê bi saya fikrê rêber Apo civaka Êzidî xwe parast.
Bi vê hêzê me Şengal rizgar kir û heta niha em diparêzin.
Êdî artêşeke wê, hêza parasina Şengalê YJŞ’ê û YBŞ’ê heye.
Civaka Êzidî xweşikiya jiyana wekhev û azad dît û jiyanî kir.”
YJŞ: Em ê heta dawî Şengalê biparêzin
Fermandariya YJŞ’ê di dawî de Salvegera 8’emîn a rizgariya Şengalê pîroz kir û diyar kir ku ew ê heta dawî Şengalê biparêzin.
KCÊ-E’yê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) jî bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Koordînasyonê 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li civaka Êzidî û li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê pîroz kir.
KCÊ-E: Ji bo parastina Şengalê divê têkoşîn mezin bibe
Koordînasyonê diyar kir ku divê asta parastina Şengalê were xurt kirin û wiha got:
“Divê her kes Rêveberiya Xweser a Şengalê biparêzin û xurt bikin.
Siberoja civaka Êzidî di parastina Rêveberiya Xweser a Şengalê û qebûlkirina Statuya Şengalê de derbas dibe.”
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) di dawî de diyar kir ku ew ê ji bo serxistina têkoşîna Şengalê xebatên xwe xurtir bike.