Dêrazor-Çekdarên Îranê êrişî baregeha hêzên koalisyonê kirin

Li Sûriyê şerê dinavbera hêzên Koalisyonê û çekdarên Îranê gurtir dibe.
Balafirên Amerîkayê xalên çekdarên Îranê ên li Dêrazorê bombebaran kirin.
Çekdarên Îranê jî bi moşekan êrişî bargeha hêzên koalisyonê ya li Dêrazorê kirin.
Li herêma bêçek hêzên hikumeta Şamê 4 dronên çeteyan anî xwarê.

Çekdarên Îranê jî êrişên xwe yên li dijî barehegên hêzên Koalisyonê ên li bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Komên çekdar yên Îranê bi dronekê êrişî baregeha hêzên koalisyonê a Xirab Çîrk ya li Dêrikê kirin.

Hat ragihandinku Hêzên Koalisyonê dron anîn xwarê.

Vê sibê jî çekdarên Îranê bi 15 moşekan êrişî baregeha hêzên koalisyonê a bi navê zeviyê Konîko ya li Dêrazorê kirin.

Lê derbarê encama êrişê agahî nahat parvekirin.

Şerê li herêma bêçek-Hêzên hikumeta Şamê 4 dronên çeteyan xistin xwarê

Li herêma qaşo bêçek jî rewş xirabtir dibe.

Hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Hema û Laziqiyê navendên hev dan ber topan.

Hat ragihandin hêzên hikumeta Şamê 4 balafirên bêmirov yên çeteyên li herêmên Heleb, Idlib û Hemayê anîn xwarê.

Back to top button