Navenda Parastina Gel bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir

Navenda Parastinga gel-NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir û ev agahî da:
Di sala 2023’an de gerîla bi giştî 1712 çalakî pêkaniye û di van çalakyan de 919 dagirker hatin kuştin.
Dagirkeran êrişên kîmyewî, nûkler jî di nav de li dijî gerîla 2 hezar 969 êriş pêkanîn.
Di van êrişan de jî 179 gerîla şehîd bûn.

Navenda Parastinga gel-NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir.

Navendê diyarkir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwdanê dîrokî yên destanwarî û bi dayîna şehîdan sala 2023an kir sala berxwedaniyeke mezin

NPG: Dewleta Tirk agirbesa me ji bo êrişan bikaranî

NPG’ê dazanîn ku dagirkeriya tirkiyê di sedsaliya komara xwe de armanc dikir ku di çarçoveya plana çokdanînê de qirkirina kurdan temam bike û gerîla tasfiye bike û got:

” Ji ber erdheja 6’ê sibatê ya mereşê hêzên me weke seknekî exlaqî agirbet îlankir.

Lê desthialta faşîst vê gava me lewaz girt dest dewsa bi hawara erdhejan ve biçe li dijî hêzên me êrişê xwe domand.

Ji ber vê jî me 13’ê hezîranê dawî agirbestê anî.”

“Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûr PDK’ê bikartîne”

NPG’ê dazanîn ku dewleta tirk li herêma kurojahro, girê ortê yê metîna qada şehîd delîl a zapê girê cûdî, girê amediyê yê metînayê bi hevkariya PDK’ê êrişeke nû da destpêkrin.

Lê van êrişan jî da xuyakirin ku dagirkeriya tirkiyê bi hinceta gerîla dixwaze başûr dagir bike lê PDK vê yekî nabîne û di xiyaneta xwe de israr dike.

NPG: Rihê Apoyî bi çalakiya Enqerê gihîşt lûtkeyê

NPG’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser çalakiya fedaî ya ku şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahin li enqerê pêkanîn û ev nirxandin kir:

“Rihê fedaî yê Apoyî li Enqerê gihîşt asta lûtkeyê.

Gerîla bi çalakiyên xwe yên di sala 2023’an de ji her kesîre daxuyakirin têknaçe.”

NPG’ê di dawiya daguyaniya xwe de derbarê bîlançoya şer a sala 2023’an de ev agahî da:

Dagirkeriya Tirkiyê di nava salê de 1580 êrişên bi balafirên şer, 1038 êrişên bi çekên qedexekirî û kîmyewî, 9 êrişên taktîk nûkler û 342 êrişên balafirên bê mirov pêk anî.

NPG’ê dazanîn ku gerîla li dijî van êrişan bê bersiv nema û derbarê çalakiyên gerîla de jî ev agahî da:

Gerîla li dijî leşkerên dagirker 4 çalakiyên kemîn,

6 yê êrişê, 7 êrişên veşartî, 6 operasyonên şoreşgerî, 31 operasyonên bi kordîne,

39 çalakiyên sabotaj, 246 çalakiyên sekvaniyê 766 çalakiyên bi çekê giran û 607 çalakiyên lêdan-destwerdanê pêk anin.

Bi giştî gerîla li dijî dagirkeran 1712 çalakî pêk anîn.

NPG’ê nragihand ku di encama vê berxwedana salekê de, 919 leşkerên dagirkeriyê hatine kuştin.

Her wekî 179 gerîl şehîd bûn 2 jî dîl ketin destê dijmin.

Back to top button